Cotmeh 29, 2022 12:37 Asia/Tehran
  • Şandina dronên Bayraktar ên Tirkiyê ji bo Polonyayê

Polonyaya li dewra yekem a dronên Bayraktar (Beyreqdar) ên Tirkiyê wergirt.

Bayraktar yek ji wan balafirên bêpîlot ên Tirkiyê ye ku Ukrayna di şerê xwe yê li dijî Rûsyayê de bikar tîne, tevî rexneyên tund ên Rûsyayê li ser hebûna dronên Tirkiyê di şerê Ukraynayê de, kompaniya ku van balafirên bêpîlot çêdike, dê li Ukraynayê şaxeke xwe ava bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, mêdyayên Polonyayê şeva îniyê raghandin ku wan yekem rêze balafirên bêpîlot ên Bayraktar ên Tirkiyê li baregeha hewayî ya Mîroslavîç li bakûrê rojhilatê Polonyayê wergirtin.

Wezîrê berevaniyê yê Polonyayê jî di vê derbarê de got: Bayraktar dê ji bo keşif û êrîşê di artêşa Polonyayê de werin bikaranîn.

Di vê derbarê de, Selçûk Bayraktar, birêveberê teknolojiya kompanyaya “Baykar” a ser bi pîşesaziya berevaniya Tirkiyê, şeva Înê di civîneke çapemeniyê de ragehand ku Polonya dê sîstema balafirên bêpîlot ên Bayraktar TB2 werbigire.

Rêvebirê teknolojiyê yê kompaniya “Baykar” diyar kir ku ev kompanî dê ji bo pêşxistina balafirên bêpîlot “TB3” û “Bayraktar Kizilelma” bikeve tevgerê.

Serepeyv