Cotmeh 28, 2022 13:21 Asia/Tehran
  •  Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket

Dadgeriya Înfazê ya Tirkiyê, biryara berdana girtiya nexweş, siyasetmedar Aysel Tûglûk da. Piştî biryara dadgeriyê ji girtîgehê derket.

Li gorî Ajansa Mazopotamya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya têkildarî girtiya nexweşa demansê siyasetmedar Aysel Tûglûkê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabû ji aliyê dadgeriya înfazê ve hat erêkirin.

Li ber girtîgehê malbata Aysel Tûglûkê, parêzerên wê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, parlementera HDP'ê ya berê Bûrcû Çelîk, rêvberiên partiyê yên Kocaelî û Gebzeyê, MA-TÛHAYDER û gelek kes Tûglûkê pêşwazî kirin.

Serepeyv