Cotmeh 28, 2022 09:09 Asia/Tehran
  •  Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk hat girtin

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber axaftinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatibû binçavkirin, hate girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa Tirkiyê ve li dijî endamên PKK'yê axivîbû û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 26’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin, duh di saetên serê sibehê de sewqî edliyeyê hate kirin. 

Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li dozgeriyê ku 4 saetan domiya, dozgeriyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Lêpirsîna li dadgeriyê bi dawî bû. 

Dadgeriyê, piştî navbera 15 deqeyan biryara girtina Fîncanci da. Fîncanci, birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. 

Serepeyv