Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Iraqê hat kuştin
Leşkerekî artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hat kuştin.
Tirkiyê PKKê xistiye lîsteya grûpên terorîstî û hêzên vê gurûpê li hundirê vî welatî û herwiha li Iraq û Sûriyê dike armanca êrişan. Bexda û Şamê bi caran destwerdanên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li welatê xwe protesto kirine. Lê belê êrîşên artêşa Tirk tevî nerazîbûnan jî didome û her carê di van êrîşan de leşkerek tê kuştin.
Li gorî rapora kanala radyo-televizyonî ya TRT`ê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro pêncşemê ragihand ku ew serbazê ku roja 26ê Cotmehê li devera operasyona Pence Kilîtê li bakurê Iraqê di encama şer û pevçûna ligel endamên PKKê de birîndar bû û li Nexweşxana Can jiyana xwe ji dest da.
Tirkiyê hejmara giştî ya kuştî û birîndarên leşkerên xwe yên di şerê li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê de eşkere nake.