Cotmeh 27, 2022 17:53 Asia/Tehran
  • Îdiaya Wezîrê Aborê yê Tirkiyê: Abora Tirkiyê di 6 mehên destpêka salê da sedî 7.6 geş bûye

Wezîrê Xizînedarî û Aborê yê Tirkiyê îdia kir ku abora vî welatî di 6 mehên destpêka îsal da sedî 7.6 geş bûye.

Nûreddîn Nebatî Wezîrê Xizînedarî û Abora Tirkiyê di axavtinekê di Konferansa Şeşan a Dahêneriya Sermayeguzariyê da li Riyazê îdia kir ku abora Tirkiyê di 6 mehên destpêka salê da sedî 7.6 geş bûye.

Wî herwiha idia kir: Tirkiye di 20 salên buhurî da di rewşekê da bûye ku nêzî 250 milyard dolar sermîyana derve li vî welatî hatiye bikaranîn û hejmara şirîketên biyanî yên çalak li vî welatî nika ji 78 hezarî derbas bûye.

Gotinên Nûreddîn Nebatî Wezîrê Xizînedarî û Abora Tirkiyê derbara geşbûna aborîa vî welatî di halekî da ne ku ev welata pêrgî qeyraneke bêmînak a darayî û aborî bûye û pirsgirêkên debara rojane û zama berfire bûne sebeb ku jîyana beşeke welatiyan felec bibe.