Cotmeh 27, 2022 17:38 Asia/Tehran
  • Lêxistina gîtarê ya nebaş a Erdogan bû sûje ji bikarhênerên şebekên civakî

Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Turkiyê li konsêrtekê rahîşt gîtarê, lê nezanî lêxe û ev yeka li şebekeyên civakî bû sûje.

Serokomarê Turkiyê ku digel hevsera xwe û hejmarek rayedarên dewletê çûbûn konserta mûsîqayê ya Yûsif Islam, dema ku Yûsif Islam gîtara xwe wek rêzgirtin da Erdogan, wî hewl da gîtarê bijene, lê nezanî gîtarê bi awayekî durist bide destê xwe û bijenîne, ev yeka bû sûjeyek li şebekeyên civakî.

Yûsif Islam mûzîsîyen û stranbêjê ingilîsî ye ku di sala 1977ê da hat ser dînê islamê û navê Islamî li xwe kir. Wî piştî konsera xwe li komavahîya serokomartîya Turkîyê li Bêştepeya Enqerê, gîtarek wek xelat da Receb Teyyîb Erdogan.

Serepeyv