Cotmeh 26, 2022 17:56 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Ragihandina azad nayê bêdengkirin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî operasyona desteserkirina 12 rojnamevanên Kurd weke operasyoneke qirêj bi nav kir û got, “Ragihandina azad nayê bêdengkirin.”

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê duh Sêşemê 25ê Cotmeha 2022an di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Enqerê de bi operasyoneke hemwext bi ser malên 12 rojnamevanên Kurd de girtin ku karmend û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINWESê bûn û ew desteserkirin.

Karvedanên derbarê destesekirina wan rojmevanan berdewam in.

Hevserokê berê yê HDPê  Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, îro Çarşemê 26ê Cotmeha 2022an li ser hesabê xwe yê medya civakî bi riya parêzerên xwe bi peyamekê karvedan nîşanî destserkirina rojnamevanên Kurd da û ew operasyona li dijî wan weke operasyoneke qirêj bi nav kir.

Demîrtaş di peyama xwe de balkişand ser 15 rojnamevanên din ên Kurd ku di Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin û dibêje, “Di mehên borî de rojnamevanên ku li Amedê hatine desteserkirin, Qanûna Sansurê û niha jî ev operasyona qirêj a li dijî Ajansa Mezopotamyayê û JINEWSê. Armanca wan diyar e. Lê çi bikin jî bila bikin encam jî diyar e:  Ragihandina azad nayê bêdengkirin.”

Li gor amarên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê ji Cotmeha 2022an û şûnde 57 rojnamavan li Tirkiyê girtî ne. Herî dawî yek ji wan 12 rojnamevanên ku duh 25ê Îlona 2022an hatibûn destserkirin, piştî temambûna karûbarên îfadeyê bi biryara dadgehê hate girtin.

Serepeyv