Cotmeh 26, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Nerazîbûnên li beramber desteserkirina seroka TTB

Desteserkirina Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci bû sedema nerazîbûna partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Tirkiyê.

Derbarê desteserkirina Prof. Dr. Şebnem Kurur Fincanci de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxwiyaniyek belav kir û nivîsiye: “Deshilat bi desteserkirina Şebnem Korur Fincanci dixwaze tawanên xwe veşêre. Mamosta Şebnem wîjdanê civaka Tirkiyê ye, ew e ku li gor rûmeta pîşeyî û zanistî tevgeriya. Bi van êrişan hûn nikarin rastiyan veşêrin û civakê bêdeng bikin.”

Herwiha derbarê desteserkirina Fincanci de Parlamenterê CHPê Ozgur Ozel jî li ser hesabê xwe yê Twîterê nerazîbûn pêşan daye û nivîsiye: “Dema gotinên bi dilê we tên kirin nerînên herî xirab û nelibar jî hûn wek azadiya ramanê bi nav dikin. Desteserkirina Şebnem Korur Fincanci û ji ber wê êrişkirina ser TTBê ne dîmenên demokrasiyê ne. Qet nayê qebûlkirin!”

Ne tenê partiyên siyasî gelek saziyên sivîl jî nerazîbûna xwe derbarê desteserkirina seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci nîşan dane, saziyên wekî Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Komeleya Jinan a Bodrumê, Sekreterê Giştî ê Baroyên Tirkiyê Veli Küçük, Yekîtiya Baroyên Tirkiyê û hwd.

Derbarê desteserkirina seroka TTB,  Endamê Rêveberiya Biryara Navendî û Lijneya Rêveberiyê ya AKPê Şamil Tayyar jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Seroka TTBê Şebnem Korur Fincanci, ji ber ku propagandaya PKKê kiriye hat desteserkirin. Herwiha dozgeriyê, daxwaza ji kar dûrxistina Fincanci kir. Eger daxwaz bê qebûlkirin, dibe ku `qeyûm` bo Serokatiya TTBê bê danîn.”

Serepeyv