Cotmeh 24, 2022 16:35 Asia/Tehran
  •  Erdoxan pêşniyaz kir ku giştpirsîna derbarê Hîcabê li Tirkiyê pêk were

Serokomarê Tirkiyê wek berteka li hemberî gotinên rêberê partiya herî mezin a dijber li vî welatî derbarê Hîcabê, got: Divê derbarê mafê hîcabê li Tirkiyê giştpirsîn were lidarxistin.

 

Receb Teyîb Erdoxan ev pêşniyaz wek berteka li hemberî gotinên Kemal Kilîçdarxolû rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) da; wî gotibû divê qanûnek ji bo misogerkirina mafê hebûna hîcabê li Tirkiyê were pesendkirin. Rêberê
CHP'yê mijara hîcabê li civaka Tirkiyê wek hokara ducemserîbûna vî welatî da zanîn.

Receb Teyîb Erdoxan pêşniyaz kir ku "Mafê Hebûna Hîcabê" li saziyên dewletê, dibistan û zanîngehên Tirkiyê bikeve ber giştprisînê û eger welatoyên Tirkiyê pesend bikin, Qanûna Bingehîn li vî welatî were reformkirin.

Kilîçdaroxlû plana Erdoxan ji bo lidarxistina giştpirsîna derbarê Hîcabê qebûl nekir û Erdoxan tawanbar kir ku ew Vîktor Orban rêberê Hungaryayê (Mecaristan) yê neteweperest dike mînak û orînaga xwe. Wî xitabî serokomarê
Tirkiyê got: "We îdeya Giştpirsînê ji ku anî? Gelo we dil heye teqlîda Vîktor Orbanî bikin?"

Serepeyv