Cotmeh 24, 2022 14:54 Asia/Tehran
  •  Rêjeya alîgiriya ji Erdoxan û Baxçelî daketiye

Rapirsînên meydanî yên herî dawî li Tirkiyê nîşan didin ku Receb Teyîb Erdoxan rêberê AKP'yê û Dewlet Baxçelî serokê MHP'yê wek du aliyên Hevpeymaniya Komarê, roj bi roj alîgiriya xwe li nav civaka vî welatî ji dest didin.


Li gorî rapora Rojnameya Cumhuriyetê, Kompaniya ORC'yê encamên rapirsîna xwe ku li 4 navçeyên Stenbolê hatiye ragihand, bi vî awayî diyar kirin:

Li navçeya Şîşlîya Stenbolê, berheva dengên du partiyên Erdoxan û Baxçelî tenê sedî 22 ye, li Baxçelî Olerê sedî 37, li Avcîlarê sedî 32 û li Skodarê sedî 36 e. Ev di rewşekê da ye ku rêjeya Hevpeymaniya Milet yanî Kilîçdaroxlû û Akşener li van 4 navçeya bi vî awayî ye:

Şîşlî sedî 37, Baxçelî Oler sedî 33, Avcîlar sedî 40, Skodar sedî 48

Li van çar navçeyên girîng ên Stenbolê dengê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji sedî 6 heta sedî 13 dighuhere.

Serepeyv