Bi sedan penaxwazên sûrî ji Tirkiyê hatine dersînorkirin
Zîrevaniya Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê ragihand, rayedarên Tirkiyê bi sedan penaxwazên sûrî di navbira Sibat heta Tîrmeha 2022an bi awayekî zalimane dersînor kirine.
Li gorî rapora ISNAyê, Di daxuyaniya Zîrevaniya Mafên Mirovan da hatiye: Rayedarên Enqereyê bi sedan penaxwazên sûrî ji wan zarok û jin girtine û ew neçar kirine ku vegerin bakûrê Sûriyê.
Zîrevaniya Mafên Mirovan ji rayedarên Tirkiyê xwest ku tevî bidawîanîna operasiyona girtin û dersînorkirina penaxwazên sûrî û veguhestina wan bo bakûrê Sûriyê bi awayekî zalimane, rê bidin Komîsaryaya NY ya karûbarên Penaberan da ku çavdêriyê li pêvajoya dersînorkirina penaxwazên sûşrî ji bo vegeriyana bo welatê xwe bike.
Nadiye Hardman lêkolera mafên penaxwaz û koçberan li Zîrevaniya Mafên Mirovan got: Gerçî ku piştevaniya demkî ji sê miliyon penaxwazên sûrî kiriye, lê wer xuya dike ku Enqereyê dil heye bakûrê Sûriyê bike navçeyeke ji bo xwefilitandina ji penaxwazan.
Binpêkirina mafên mirovan a bi aşkiratî bi operasiyona dersînorkirina penaxwazên sûrî li Tirkiyê di rewşekê da pêk tê ku operasiyona vî welatî ya neqanûnî li bakûrê Sûriyê hema wisa didome.