Cotmeh 24, 2022 08:32 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê kesek tenê ji ber bêrêziya li Erdoxan hat girtin

Polîsê Tirkiyê kesek ku Receb Teyib Erdoxan serokomarê vî welatî yê bi gengeşe wek "Diz" bi nav kiribû, girt.

Di halekî da ku aniha ji bo bi hezaran kes ji welatiyên Tirkiyê bi behaneya bêrêziya li Erdoxan dosyeya dadweriyê hatiye çêkirin, roja Yekşemiyê medyayên Tirkiyê ragihand ku kesek tenê ji ber tiştê ku wek bêrêziya li Erdoxan hatiye zanîn ji aliyê polîsê vî welatî va hatiye girtin.

Li gorî rapora medyayên Tirkiyê, kesê ku hatiye girtin li ber dadgeha Stenbolê bi qîrîn gotibû, "Erdoxan diz e, wî bigirin da ku bûyera 17 heta 25ê Kanûnê hin zanyariyan bibêje."

Vî kesî di dema girtinê da jî berdewam digir hawar, Erdoxan bigirin.

Polîsê Tirkiyê derbarê girtina vî mêrî ku daxwaza wergirtina zanyariyan ji Erdoxan kiribû, bêdeng e.

 

Serepeyv