Cotmeh 23, 2022 19:07 Asia/Tehran
  • Îdiaya wezîrê derve yê Tirkiyê derbarê çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê

Wezîrê karên Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu îdia kir ku divê krîza Sûriyê ji riya siyasî û dîplomatîk were çareserkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Mevlut Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê duh di gotarekê de rexne li dijberiyên li hember çareseriya dîplomatîk bo bidawîanîna vê qeyranê girt û bal kişande ser pêwîstiya çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê û ji opozisyonê re got: Ma hûn dixwazin şerê Sûriyê 50 salan berdewam bike?

Wezîrê Derve yê Tirkiyê rêkevtina Şam û opozisyona Sûriyê li ser destûreke nû û nexşeriya lidarxistina hilbijartinan li gorî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî weke tekane çareseriya siyasî ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê wesif kir.

Di rewşa ku Şamê operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Sûriyê de bi behaneya şerê li dijî PKKê wek binpêkirina serweriya Sûriyê bi nav dike û li dijî van êrîşan nerazîbûnê nîşan dide, Çavuşoglu îdia dike ku Tirkiye piştevaniya yekîtiya axa Sûriyê dike û divê destûr neyê dayîn ku Sûriye perçe bibe.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê rewşa Sûriyê di salên dawî de karesatbar bi nav kir û îdia kir: Tirkiyê bi hemû hêza xwe rê li ber kûrbûna van karesatan digire û dixebite welatên din nekevin vê rewşê.

Serepeyv