Cotmeh 23, 2022 15:33 Asia/Tehran
  • Şanda Fînlandayê diçe Tirkiyê

Şandeke Fînlandayê ji bo ku bi Tirkiyê re ser tevlîbûna nav Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) biaxive, diçe vî Tirkiyê.

Rojavayiyan bi namzediya Ukraynayê ji bo endamtiya di nav NATOyê de razî bûn û bi vî awayî şerê di navbera vî welatî û Rûsyayê de dest pê kir. Di pêngaveke din a li dijî Rûsyayê de, Rojava ji bo endamtiya Fînlandiya û Norwêcê di NATO’yê de dest bi tevgerê kir, vê carê ji bilî dijberiya Moskowê, ji aliyê Enqerê ve jî rastî nerazîbûnên tund hatin.

Tirkiyê van du welatan tohmetbar dike ku ji komên dijî Enqerê ku wan têrorîst bi nav dike piştgiriyê dikin, loma dijberiya xwe ya li hember endambûna van du welatan di nav  NATO`yê de diyar kir, Fînlanda û Norwêcê heta niha soz dane ku bala Tirkiyê bikşînin, lê Enqere dîsa jî li dijî vê daxwazê ​​ye.

Di vê navberê de ajansa nûçeyan a Anatoliyê serdana şandeke Fînlandayê ya duh bo Enqerê ragihand.

Li gor vê raporê, biryar e şanda Fînlandayê roja sêşemiya vê heftiyê (25ê Cotmehê) serdana Enqerê bike ji bo gotûbêja bi rayedarên Tirk seba rakirina astengên heyî yên li pêşiya endamtiya Fînlandayê li NATO`yê.

Radestkirina kesên girêdayî grûpên wek PKK û koma Fatû (Fethullah Gulen), dijberê tund ê partiya desthilatdar a Tirkiyê, dê yek ji mijarên danûstandinên di navbera şanda Fînlandayê û rayedarên Enqerê bibe.

Serepeyv