Cotmeh 23, 2022 12:07 Asia/Tehran
  • Koçberiya dixtoran ji Tirkiyê

Bêhêvîbûna ji şert û mercên li Tirkiyê dixtor neçar kirine ku terka vî welatî bikin.

Tirkiye bi krîzeke aborî ya giran re rû bi rû ye û heta niha hemû rêçarên hikûmetê yên ji bo çareserkirin an jî kêmkirina vê krîzê têk çûne. Pirsgirêkên aborî, ji bilî zêdebûna xizanî û bêkariyê, bûye sedema koçkirina pisporan bi taybet dixtor û pizîşkan ji Tirkiyê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê ya roja Yekşemê; Sîstema pizîşkî ya Tirkiyê ragihand ku di 9 mehên despêka îsal de hezar û 938 pizîşkan ji bo wergirtina belgeya “performansa baş” bi armanca koçberiyê serlêdan kirine.

Vê çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir ku, di sê salên borî de, daxwaza belgeya performansa baş sê caran zêde bûye.

Ji ber pîrbûna nifûsê li Ewropayê, welatên vê parzemînê wek cihê sereke yê pizîşk û pisporên tenduristiyê yên Tirkiyê hatin ragihandin.

Li Tirkiyê di sala borî de enflasyon ji %83 derbas bûye û di heman demê de nirxê diravê neteweyî yê vî welatî anku lîreyê tirkî jî %50 kêm bûye.

Serepeyv