Cotmeh 22, 2022 11:29 Asia/Tehran
  • Erdoxan tawana bikaranîna çeka kîmyewî li dijî PKK'yê red kir

Serokomarê Tirkiyê nûçeyên belavbûyî derbarê sûdwergirtina vî welatî ji çeka kîmyewî li dijî PKK'yê red kir.

Tirkiyê pêştir ji aliyê PKK'yê va bi sûcê bikaranîna çeka kîmyewî hatibû tawanbarkirin. Demek beriya niha Şebnnem Kirûr Fincançî seroka Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê li gorî dîmenên vîdyoyî careke din ev welata tawanbar kiribû ku li dijî PKK3yê li Herêma Kurdistana Iraqê gazên jehrî bi kar anîne.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Înê tevî amajeya bi vîdyoyên weşandî, got: Artêşa Tirkiyê heta niha ti carî ev çek bi kar neanîne.

Wezareta berevaniyê û rayedarên payebilind ên Tirkiyê jî duh her cûre sûdwergirtina Tirkiyê ji çeka kîmyewî li operasiyonên leşkerî yên vî welatî dijî PKK'yê red kirin.

Dozgeriya Tirkiyê duh dozek li dijî Şebnem Kirûr Fincançî vekir.

 

Serepeyv