Cotmeh 21, 2022 16:17 Asia/Tehran
  • Tirkiyê tawana bikaranîna çeka kîmyayî li dijî PKK'yê red kir

Tirkiyê tawana bikaranîna çeka kîmyayî li dijî PKK'yê li Herêma Kurdistana Iraqê red kir.

Li gorî rapora Shafaghnayê, Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê roja Pêncşemiyê bikaranîna çeka kîmyayî di operasiyona li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) da bi tundî red kir.

Li gorî rapora Malpera Middle East'ê, Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê tekez kir ku îdiaya derbarê sûdwergitina hêzên çekdar ên Tirkiyê ji çeka kîmyayî tam bêbingeh e.

Îbrahîm Kalîn berdevkê serokomartiya Tirkiyê jî di twîtekê da zêdebûna weşandina nûçeyên bi vî rengî girêdayî bi giranbûna operasiyona vî welatî ya dijî terorîsmê zanî.

Hêjayî gotinê ye, Stîv Suyînî rojnamevan û sersekreterê rojnameya inglîzî ya Morning Star'ê sala derbasbûyî gotibû,, hin şehedî hene ku nîşan didin Tirkiyê di êrîşa ser bakûrê Iraqê li dijî PKK'yê çeka kîmyayî bi kar aniye.

 

 

Serepeyv