Cotmeh 21, 2022 14:08 Asia/Tehran
  • Yekem berfa salê bilindahiyên Erzerom û Qersê sipîçil kirin

Piştî ketina sermayê li rojhilatê Tirkiyeyê, tavî û hewaya sar a li Erziromê bibandor bû û ber destê sibehê li ciyên bilind vegerand berfê.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Girê Ejder ê bi bilindahiya 3 hezar û 200î ku zîrweya pîsta Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya li Çiyayê Palandokenê ye, bi barîna berfê çîlspî bû.

Berfa ku payîzê tesîra xwe nîşan da, beşeke çiyayên bilind ên din ên bajêr jî spî kir.

Dîmena Palandokena di bin berfê da ya ku navendeke girîng a kaşûnê ya Tirkiyeyê ye, ji ciyên cuda yên bajêr jî xuya kir.

- Qers

Li Qersê berfa ku bi şev dest pê kir û bi navber dewam kir, nexasim li gundên bilind tesîra xwe nîşan da.

Welatiyên ku şefeqê pez berdan çêreyê, dîtin ku berf bariye. Li gundên navborî hespên beredayî di dîtina ciyên hêşînayî da zehmetî kişandin ku biçêrin û xwe têr bikin.

Her wisa li rêbejaya Qers-Dîgorê ajokaran ji ber berf û mijê zehmetî kişandin.

Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em li rêyên bi berfê hatin girtin, xebata vekirina rê dan destpêkirin.

Her wiha li navçeya Sariqamîşê li Derwazeya Handereyê ya bi bilindahiya 2 hezar û 368 metreyî stûriya berfê gihîşt 10 santîmetreyî. Serê Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê jî spîçîl kir.

Hin welatiyên ku bi barîna berfê ra kêfa wan hat, wêne kişandin.

Serepeyv