Erdoxan pêşniyaz da Bakûyê ku li dijî Yêrîvanê gilî bike
Serokomarê Tirkiyê ji serokê Komara Azerbaycanê xwest, li Dîwana Cezayê ya Navneteweyî li dijî Ermenistanê gilî bike.
Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyêî ku roja Pêncşemiyê di serê taximeke payebilind da serdana Komara Azerbaycanê kiribû, ji vî welatî xwest ku ji ber xerabkirina Qerebaxê ya bi qestî ji aliyê Ermenistanê va, tevî gilîkirina li Dîwana Cezayê ya Navneteweyî, daxwaza qerebûkirinê ji Ermenistanê bike.
Erdoxan di hevdîtina bi Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê da, got: Divê giliyek li dijî Ermenstanê li Dîwana Cezayê ya Navneteweyî were raberkirin û Yêrîvan divê ziyana lêketî li Qerebaxê di dema serdestiya li vê navçeyê qerebû bike.
Ermenistanê di şerê 44 rojî ya Qerebaxê da kontrola hin beşên vê herêmê ji dest da.
Bakû îdia dike ku hêzên ermenî beriya paşvekişiyana ji Qerebaxê, bîna û jêrsaziyên vê herêmê ji nav birine. Ev d rewşekê da ye ku Yêrîvan Bakûyê tawanbar dike ku hewil dide şûnwar û pênaseya ermenî li Qerebaxê ji nav bibe.
Yêrîvanê bi caran wek nerazîtiya li hemberî vê kiryara Bakûyê, giliya xwe biriye civat û rêxistinên navneteweyî.