Cotmeh 21, 2022 10:30 Asia/Tehran
  •  Serokomarê Tirkiyê li Qerebaxê bi Îlham Eliyêv ra civiya

Serokomarê Tirkiyê di serê taximeke paayebilind da çû Komara Azerbaycanê û li navçeyên kontrolkirî ji aliyê hêzên azerî di şerê Qerebaxê da, bi Eliyêv ra civiya.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê li bajarê Cebrayîlê (naavenda parêzgeha Cebrayîlê) çû pêşwaziya Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê.

Hin wezîrên kabîneya Erdoxan ji wan Xulûsî Akar, Mewlûd Çawûşoxlû û hwd hevrêtiya wî di serdana bo Komara Azerbaycanê dikin.

Erdoxan di destpêkê da derbasî balefirgeha Zengilanê bû û wek kiryareke sembolîk li vê navçeyê ku di şerê Qerebaxê da ji aliyê hêzên azerî va hat kontrolkirin, ji aliyê Eliyêv va hat pêşwazîkirin.

Serokê Komara Azerbaycanê di pressa konferansa xwe digel Erdoxan tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji mazûvaniya ji Erdoxan li "Navçeya Qerebaxê ya azadkirî" bêyî ku navê Ermenistanê bîne ziman, got: "Hin kes dixwazin zilm û bêdadiyê li dijî me pêk bînin, ew divê bala xwe bidin ser yekîtiya Tirkiye û Azerbaycanê."

Erdoxan jî di vê press konferansê da got: "Pêvajoya asayîkirina peywendiyên Azerbaycan-Ermenistan û Tirkiye-Ermenistanê bi awayê hevtûş û ji bo piştevaniya ji hevûdu bi pêş da diçe. Divê ev derfet herî zêde were bikaranîn."

 

 

Serepeyv