Cotmeh 21, 2022 08:51 Asia/Tehran
  • Buldan û Sancar ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê da

Berdevka HDP'yê Ebru Gunay duh di civîneke çapemeniyê de li navenda giştî ya partiya xwe ragihand ku Hevserokên Giştî yên HDP'yê Pervîn Buldan û Mithat Sancar ji bo hevdîtina ligel Rêberê PKK'yê yê girtî Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê daye.

Her wiha, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'yê û parlamenterê wê partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û Berdevka HDP'yê Ebru Gunay jî serlêdan kirine.

Berdevka HDP'yê bi gotina, “Em dixwazin ku ji bo çareseriyê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe”, tekez kir, “Di vê çarçoveyê de li dijî siyaseta şer nîşqakirina çareseriyê, û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk şandeke me serdana Wezareta Dadê kir. Em banga xwe ji Wezareta Dadê re dubare dikin da ku bersivek erênî bide serlêdana we.”

Ev 11 sal in ku Ocalan nikare bi awayekî birêkûpêk parêzerên xwe bibîne.

Herî dawî di Gulana 2019an de, pîştî 8 salan, destûr hatibû dayîn ku Ocalan parêzerên xwe bibîne û pîştî wê, hevdîtin dîsa hatibûne astengkirin. Hevdîtina Ocalan ligel parêzerên wî ji 27ê Tîrmeha 2011an heta sala 2019an hatibû qedexekirin.

Serepeyv