Cotmeh 20, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê 34 endamên HDPê hatin desteserkirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî şervanên PKKê xwest li Stenbolê çalakiyekê li dar bixe, lê polîsan destûr neda çalakiyê û 34 endam û rêvebirên HDPê desteser kirin.

Gelek rêvebir û endamên HDPê yên li Stenbolê li devera Şîrînevlerê ya navçeya Bahçelîevlerê kom bûn û xwestin êrîşên kîmyewî yên Artêşa Tirkiyê li ser şervanên PKKê şermezar bikin.

Lê hejmareke zêde ya polîsam derdora HDPyiyan girt û rê neda ku çalakî were kirin, 34 endam û rêvebirên HDPyî hatin desteserkirin.

18ê Cotmeha 2022an, PKKê nasnamên 17 şervanên xwe eşkere kirin û diyar kir ku di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi çekên kîmyayî de hatine kuştin.

Berpirsên hikûmeta Tirkiyê jî îdiayên êrîşa çekên kîmyewî red kir û ragihand ew tiştên tê gotin derew in.

Di vê barê de Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê red kir ku artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de li nav axa Herêma Kurdistanê çekên kîmyayî bikar anîbe û ev îdia weke “kampanyaya îftirayê” bi nav kir.  

Serepeyv