Cotmeh 20, 2022 20:40 Asia/Tehran
  • Serokomarên Tirkiye û Ukraynayê bi telefonê bi hev re axivîn

Çavkaniyên nûçeyan şeva Çarşemê behsa pêwendiya telefonî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser pêşhatên dawî yên şerê navbera Kîev û Moskowê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Erdogan li gotûbêja digel hevtayê xwe yê Ukraynayê got: Çareseriya dîplomatîk a krîza şerê Rûsiya û Ukraynayê di her rewşê de divê berdewam bibe û Enqere amade ye ji bo bidawîanîna vî şerî bi riya gotûbêjan alîkariyê bide.

Ev pêwendiya telefonî piştî wê yekê tê ku serokomarên Tirkiye û Rûsyayê roja 13ê Cotmehê li Astana paytexta Qazaxistanê derbarê avakirina navendeke belavkirin û hinartina gaza Rûsyayê li Tirkiyê, avakirina santralek din a elektrîkê ya atomî li Senyupê û piştgiriya peymanên derbarê îxracata genimê Ukraynayê bi riya Deryaya Reş gotûbêj kirin.

Berdevkê Serokomariya Rûsyayê Dmitriy Peskov diyar kir ku di hevdîtina Erdogan û Pûtîn a li Astanayê da mijara Ukraynayê nehatiye gotûbêjkirin.

Berî niha Hulusî Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de digel “Sergey Şoygu” wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê, geşedanên li ser pêvajoya serkevtî ya veguhestina genim (li gor rêkeftina Stenbolê) gotûbêj kiribûn.

Serepeyv