Cotmeh 19, 2022 20:12 Asia/Tehran
  • HDP, CHP û Partiya Pêşerojê bertek li gotinên Erdogan nîşan dan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Pêşerojê (Gelecek) bertek li gotinên Erdogan nîşan dan, ku ji Mehmet Alî Çelebî û hevjîna wî re gotibû: “Zêdebûna zarokan gelek girîng e. Li PKKê binêre, 5, 10, 15 zarokên wan hene.”

Cîgira Serokê Firaksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş bertek li gotinên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan nîşan da ku gotibû: “Zêdebûna zarokan gelek girîng e. Li PKKê binêre, 5, 10, 15 zarokên wan hene.”

Meral Daniş Beştaş li Parlemana Tirkiyê diyar kir: “Ew zêdebûna zarokan weke karekî terorê dibîne. Ev mejiyekî nijadperestî ye.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek li gotinên Erdogan nîşan da.

Ahmet Davutoglu diyar kir: “Weke tê zanîn, zarokên vî welatî li Qendîlê jidayîk nabin, mebesta we gelek eşkere li holê ye Birêz Erdogan! Gotinên we li hember mafên mirovan û mafên jinan bêrêzî ye. Hemû zarokên ku li vî welatî jidayîk dibin, welatiyên birûmet ên Komara Tirkiyê ne. Cudaxistina navbera zarokan nijadperestî ye.”

Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPê Ozgur Ozel jî li Parlemana Tirkiyê diyar kir: “Eger di tomarên Wezareta Navxwe de zarokên PKKê tune bin, ji kê re dibêje PKK, ji kê re dibêje terorîst? Em vê gotinê şermezar dikin.”

Serepeyv