Cotmeh 18, 2022 17:09 Asia/Tehran
  • Îbrahîm Kalîn û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê bi rêya telefonê axivîn

Berdevkê Saziya Serokomartiyê ya Tirkiyê di gotûbêja bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê ra daxwaza radestkirina balefirên şêrr ên F-16'ê kir.

Li gorî rapora TRT'yê, Îbrahîm Kalîn Berdevkê Saziya Serokomartiyê ya Tirkiyê roja Sêşemiyê di gotûbêja telefonî digel Jake Sullivan Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê xwest ku pêvajoya piştrastkirina daxwaza kirrîn û nûvandina balefirên şêrr ên F-16'ê bêyî ti şert û mercekê ji aliyê Kongreya Amrîkayê va were kemilandin.

Saziya Serokomartiyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Di vê gotûbêjê da peywendiyên siyasî û aborî yên dualî, hevkarî di pêşeyên berevanî û enêrjiyê da, şerê Ukraynê, kêşeyên Deryaya Ege û Deryaya Sipî hatin vekolandin.

Kalîn di beşeke vê gotûbêjê da tevî amajeya bi gurrbûna kêşeyan di navbera Tirkiye û Yûnanê da, li ser maf û berjewendiyên rewa yên Tirkiyê li du deryayên navbirî kir.

Piştî ku Tirkiyê tevî hişyariyên Waşîngtonê Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400ê ji Rûsiyê kirî, Waşîngtonê soza xwe ya radestkirina balefirên şêrr ên F-35'ê bo Tirkiyê bi cih neanî.

Piştî bêhêvîbûna Tirkiyê ji wergirtina F-35an, vî welatî daxwaza wergirtina balefirên F-16'ê kir û rayedarên amerîkî jî biryardana di vî warî da spartiye nûnerên Kongreyê.

 

 

Serepeyv