Cotmeh 18, 2022 11:48 Asia/Tehran
  •   Erdoxan ‘Qanûna Sansûrê' pejirand

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdoxan Qanûna Sansûrê pejirand di Rojnameya Fermî de hate pejirandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Serokê Giştî yê AKP'yê û Serokkomar Teyîb Erdoxan Qanûna Çapemeniyê ya bi hejmara 7418'an û Qanûna Têkildarî Guhertinên di Hin Qanûnan de pejirandin. Piştî pejirandina Serokkomarê Tirkiyê Erdoxan biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Dê hin hukmên qanûnan ji 1'ê Çile û 1'ê Nîsana 2023'an şunde bên pêkanîn.

 Bi derxistina Qanûna Sansûrê re hem zexteke mezin li ser weşangeriya serbixwe ya înternetê, hem jî ji bo bikaranîna azadiya ramanê ya welatiyan, li medyaya dîjîtal û ragihandina şexsî, bû qanûn.

 QANÛNA 29'AN 

Bi xala 29'an a qanûnê re, ku herî zêde rastî nerazîbûnê hat, di bin navê ‘bi awayekî aşkere agahiyên şaş li raya giştî belav dike' sûceke nû li Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) hate zêdekirin.

Pêşkêşvanên tevna dîjîtal wê neçar bimînin ku agahiyên ji aliyê BTK'ê ve hatine xwestin bidinê. Partiya Gel a Komarê (CHP) diyar kiribû ku wê piştî erêkirina Erdoxan qanûna Sansûrê veguhêzin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).
 

Serepeyv