Cotmeh 16, 2022 16:01 Asia/Tehran
  • Li ser sînorê Tirkiyê û Yewnanistanê 92 koçber tazî hatin dîtin

Polîsên sînorî yên Yewnanistanê eşkere kir ku wan 92 koçberên tazî li ser sînorên xwe yên bi Tirkiyê re dîtine ku hinek ji wan birîndar bûne. Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê jî got, “Wan ew zilma (Yewnanistan) kiriye û niha hewl dide wisa nîşan bide ku Tirkiyê kiriye.”

Polîsên sînorî yên Yewnanistanê roja şemiyê 15ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, wan 92 koçberên tazî li nêzîkî Çemê Evrosê, li xala sînorî ya navbera Yewnanistan û Tirkiyê dîtine ku hemû mêr bûn. Polîsên sînorî yên Yewnanistanê diyar kirin ku ew lêkolînê dikin daku bizanibin çawa ew koçber, bê cil û berg mane û birîndar bûne.

Rayedarên Yewnanî her wiha dibêjin, rayedarên Ajansa Çavdêriya Sînor û Peravên welatên Yekîtiya Ewrupa Frontex, delîl bi dest xistine ku ew koçber bi belemeke biçûk ji Tirkîyê derbasî nav deryaya Yewnanistanê bûne.

Wezîrê Penaberan ê Yewnanistanê Notis Mitrakhi di Twitterê de nivîsî ku reftarên Tirkiyê yên li dijî koçberan "ji bo şaristaniyê şerm e" û Yewnanistan li bendê ye ku rayedarên Enqerê vê mijarê lêkolîn bikin.

Di vê navberê de berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an li ser Twitterê red kir ku Tirkiye li pişt vî karî be û di dewamê de îdia kir:  “Ji ber ku hûn di derbarê Tirkiyê de delîlekî binpêkirina mafên mirovan nabînin, hûn hewl didin ku wêneyê zilma xwe wisa nîşan bidin ku Tirkiyê kiriye.”

Serepeyv