Cotmeh 15, 2022 18:50 Asia/Tehran
  • Li Kirklareliyê yê Tirkiyê 23 koçber hatin desteserkirin

Li bajarê Kirklareli yê Tirkiyê 23 koçberên ku bi rêyên neyasayî çûbûn nav Tirkiyê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin destserkirin.

Li gor zanyariyan Îro 15ê Cotmeha 2022an Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Kirklarelî, li ser agahiya ku li çend navnîşanên navçeyên  Kofçaz, Babaeskî û Demîrkoyê koçberên biyanî dimînin operasyonek dan destpêkirin.

Di operasyonê de tîmên cendermeyan 23 koçberên ji Efxanistan, Sûriye û Fasê (Merakêşê) destserkirin.

Hat ragihandin ku koçberên destserkirî piştî karûbarên yasayî bo Rêveberiya Koç û Koçberan a Bajêr hatine şandin.

Bajarên rojavayê Tirkiye, bi taybet  bajarên ku peravên wê bi Deryaya Egeyê re hene bûne riyeke sereke ya koçberên, Efxan, Sûrî, Pakistanî û çend welatên din ku hewl didin bi riya deryayê û bi beleman xwe bigihînin welatên Ewropayê. Lê belemên beşek ji wan binav dibin û canê xwe ji dest didin.

Serepeyv