Cotmeh 15, 2022 14:41 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên teqîna madena Bartîn a Tirkiyê gihîşt 40 kesan

Li Tirkiyê di kana (madena) komirê ya Bartînê li bakurê Tirkiyê de teqînek pêk hat ku heya niha 40 kesan ji ber wê jiyana xwe ji dest dane.

Parêzgariya Bartîna Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku derdora saet 18:15 bi dema herêmê de li kana komirê ya li devera Amasrayê ya vê parêzgehê teqîneke rû da.

Piştî vê bûyerê de wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku çûye deverê ragihand: Di encama teqîna li kana komirê ya li bakurê Tirkiyê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Soylu berî niha gotibû, 58 kes ji madenê rizgar bûne û zêdetirî 12 kes jî asê mane.

Nêzîkî 110 kes di dema teqîna roja Înê de di kanê de bûn û hema nîvê wan di kûrahiya zêdetirî 300 metreyan de asê mabûn.

Soylu hevxemiya xwe bi karkerên madenê û malbatên wan re nîşan da û got: AFAD û Heyva Sor jî di nav de hemû sazî û dezgeh ji bo alîkarî û rizgarkirinê bê rawestan dixebitin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê beriya niha ragihandibû ku hejmara qurbaniyên teqîna kana komirê ya li parêzgeha Bartîn gihîştiye 28 kesan.

Serepeyv