Cotmeh 15, 2022 13:17 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê leşkerekî vê welatî hat kuştin

Li parêzgeha Wanê di şerê bi komên çekdar re leşkerekî Tirk hat kuştin.

Kanala radyo û televizyona TRT duh êvarê ji zarê Walîtiya Wanê ya Tirkiyê ragihandibû ku di şer û pevçûna ligel çekdaran de cendirmeyek hatiye kuştin.

Walîtiya Wanê di daxuyaniya xwe de ev kesên çekdar wek "endamên rêxistina terorê ya xayîn" da nasîn û destnîşan kir ku ev leşkerê tirk li herêma Çettakê di pevçûna di navbera hêzên cendirme û çekdaran de hatiye kuştin.

Çavkaniyên leşkerî û medyaya Tirkiyê behsa dema rast a şer û pevçûnê nekiriye û negotiye ku çekdarên hanê ser bi kîjan komê ne. Lê operasyonên leşker û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî PKKê û kesên ku gumana wan heye ku peywendiya wan bi ajanên derbeya serneketî ya sala 2016ê re hebe, berdewam dike.

Serepeyv