Cotmeh 13, 2022 15:03 Asia/Tehran
  • Rêjeya xwekujiyê li nav hêzên polîsê Tirkiyê bilind bûye

Amara navendên cûr bi cûr li Tirkiyê nîşan didin ku di sala 2021ê da 109 polîsan xwe kuştiye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li gorî amarên weşandî ji aliyê kanala Halk TV'yê, di halekî da ku rêjeya xwekujiyê li Tirkiyê reqemek derdora çar kes di her sed hezarî da ye, ev rêje li nav hêzên ewlehiyê 17 kes di her sed hezar kesî da ye.

Li gorî vê raporê, tenê di 9 mehên destpêka sala 2022an da 44 polîsan li Tirkiyê bi rêya xwekujiyê dawî li jiyana xwe aniye..

Van kesan beriya xwekuştinê hin nivîs derbarê sedemên kuştina xwe bi cih hiştine ku pirsgirêkên aborî, nebûna dadmendiyê di pergala karî da û zext û zorbêjiya rayedarê payebilindtir ji xwe wek sedem hatine gotin.

Di vî warî da Partiya Baş a Tirkiyê daxwaza damezirandina komîsiyonekê li parlimanê ji bo vekolandina vê mijarê kiriye, lê ev daxwaza ji aliyê nûnerên AKP û MHP'yê va hatiye redkirin.

Silêman Soylû wezîrê karên derve yê Tirkiyê wek bersiva bo rexneyan îdia kiriye ku zorbêjiya rayedarên payebilindtir sebeba xxwekuştina van kesan nebûye; belkî sedî 60 ji van kesan ji ber pirsgirêkên di têkiliya zewacê da û pirsgirêkan aborî dest bi vî karî kirine.

 

 

Serepeyv