Cotmeh 12, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Serdana Serokomarê Tirkiyê bo Qazaxistanê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serokatiya şandeke payebilind a siyasî û aborî de, ji bo beşdarbûna di şeşemîn civîna serokên welatên endam di "Konferansa Têkilî û Tedbîrên Avakirina Baweriyê li Asyayê" (SICA) de, çû Qazaxistanê.

Şeşemîn Lûtkeya Têkilî û Baweriyê ya Asyayê (SICA) sibê Pêncşemê 13ê Cotmehê li Astana paytexta Qezaxistanê bi amadebûna Îranê dest pê dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Bazirganiyê Mihemed Moş, Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahîd Kirişçî, Serokê Rêxistina Îstixbaratê Hakan Fîdan, Serokê Rêxistina Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demîr, Serokê Navenda Ragihandinê Fexredîn Altûn û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê. Îbrahîm Kalin îro Çarşemê bi Recep Tayyîp Erdogan re sefera Astanayê kirin.

Receb Teyib Erdogan di vê geşta xwe de dê bi hevtayê xwe Qasim Camert Tokayev Serokomarê Qazaxistanê re hevdîtin û gotûbêj bike.

Ji sala 2020 heya 2022, Qazaxistan serokatiya Konferansa Têkilî û Avakirina Baweriyê li Asyayê dike. Beriya van salan welatan Tirkiye, Çîn û piştre Tacîkistanê serokatiya vê rêxistinê dikirin.

Niha 27 welatên endamên sereke û 8 welat û pênc rêxistinên herêmî û navneteweyî endamên çavdêr ên SICA ne.

Serepeyv