Cotmeh 08, 2022 20:37 Asia/Tehran
  • Desteya Şêwrê ya HDPê li Stenbolê civiya

Desteya Şêwrê ya Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) ku di 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDPê de hatibû damezrandin, li bajarê Stenbolê civiya. Hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî beşdarî civînê bûn.

HDPê 3ê Temûza 2022ê  di  5emîn kongreya xwe mezin a asayî ya li Stenbolê de Desteyeke Şêwrê ku 43 keseyatên hunermend, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyen damezrandibû. Li gor zanyariyan 43 endamên wê desteyê îro 8ê Cotmeha 2022ê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê civiyan.

Hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî beşdarî civînê bûn. Di vê civînê de derbarê kar û xebatên Desteya Şêwrê, siyaseta HDPê ya serdema nû û  hevpeymaniyên ku HDP beşdarbûne,  gotûbêj hatin kirin û nexşerêyeke karkirinê bo wê desteyê hat diyarkirin.  

Siyasetmedarên Kurd Ahmet Turk û Sirri Sakik, Parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sureya Onder, helbestvan Ahmet Telli û dîroknas Tarik Ziya Ekîncî ji navên diyar in ku di Desteya Şêwrê ya HDPê de cih digirin.

Serepeyv