Cotmeh 07, 2022 08:30 Asia/Tehran
  • Tirkiye di tengasiya enflasyona bê berbend

Enflasyona Tirkiyê li gorî amarên dewletê gihîştiye zêdetir ji sedî 83 û li gorî amarên nefermî gihîştiye sedî 186.

Gelê Tirkiyê di mehên dawiyê da tûşî qeyraneke aborî ya kêmdîtî bûye. Li gorî amarên herî dawî li Tirkiyê nirxa lîreyê tirkî hema wisa dadikeve û aniha her dolareke Amerîkayê bûye 18.8 lîreyên Tirkiyê. Yekîtiya Karkeriya Tirkiyê jî qala zêdebûna birçîtî û belengaziyê li vî welatî kir. Bi awayekî ku Navenda serbixwe ya Lêkolînê Enflasyonê li Tirkiyê (ENAG) roja Pêncşemiyê rêjeya enflasyona sala li vî welatî zêde ji sedî 186 da zanîn.

Ev di rewşekê da ye ku Rêxistina Amarê ya Tirkiyê (TÜİK) rêjeya enflaiyona vî welatî di meha Îlonê da sedî 83.45 da ragihandiye. Qeyrana aborî, zêdebûna xerc û lêçûnên jiyanê, beşeke berbiçav a gelheya Tirkiyê ya 85 miliyon kesî xistiye bin bandorê. Her wiha nirxa lîreya Tirkiyê li hemberî dolarê hema wisa dadikeve û êdî her dolareke Amerîkayê bi zêdetir ji 18.5 lîreyên Tirkiyê beranberî dike. Bi awayekî ku ev rêje jî rêjeyeke aazad nîne û dewlet ji bo ku nirxa dolarê zêdetir ji 20 lîreyî nebe, fayîzeke (sûd) nasyar dide pereyên gel ên li bankan û fayîzeke zêdekirî jî lê zêde dike ku navbira sermiyandanînê ya li ser bingeha nirxa veguherîna lîreyê bo dolarê ji bo pereyên razandî misoger û cibran dike.

Di vî halî da, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê ku heft mehan beriya dema lidarxistina hilbijartina serokomartiyê, careke din soza jiyana baştir da dengderan. Wî pirsgirêkên aborî li Tirkiyê girêdayî bi pandemiya Koronayê û alûgorên cîhanî û soz da ku ji bo cebirandina xisar û ziyanên ji ber zêdebûna rêjeya enflasyonê tevdîrên pêwîst bigire ber xwe.

Serepeyv