Cotmeh 06, 2022 13:00 Asia/Tehran
  • Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê çû Brîtanyayê

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bi mebesta pêkanîna hevdîtineke fermî berê xwe da Brîtanyayê.

Li gorî rapora rojnbameya Millî Gazeteya Tirkiyê, Hulûsî Akar, Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê hevrê digel taximeke karzanên leşkerî û ewlehiyê çûye Brîtanyayê.

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê dê bi hevpêşeya xwe ya brîtanyayî ra derbarê berfirehkirina hevkariyên dualî di warên ewlehî û pêşeyên leşkerî û mijarên navçeyî biaxive.

Ev serdan li ser vexwendina wezîra berevaniyê ya Brîtanyayê û piştî rakirina hemî boykotên çekdariyê yên vî welatî li dijî Tirkiyê pêk tê.

Serepeyv