Cotmeh 04, 2022 19:59 Asia/Tehran
  • Hêrsbûna Tirkiyê ji ber kiryarên Amerîkayê

Wezareta karên derve ya Tirkiyê kiryara Amerîkayê ya pejirandina beşdariya beşa Yunanî ya Qibrisê di bernama perwerdeya leşkerî ya eyaletên Amerîkayê de şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê her wiha roja duşemiyê bi daxûyaniyekê piştgiriya helwêstên beşa tirknişîn a Qibrisê di vî warî de kir û tekezî li ser vê yekê kir ku li gor nêrîna Tirkiyê, ev kiryara Amerîkayê bi ti sedemekê nayê qebûlkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Amerîka bi vê kiryara xwe ji têkdana hevsengiya di navbera her du parçeyên Qibrisê jî derbas bûye û helwesteke alîgirane nîşan daye û diyar kir: Bi gavên wiha, Amerîka nikare roleke avaker di pêvajoya çareser kirina adilane û domdar a Qibrisê bilîze.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye: Tirkiyê wek yek ji aliyên garantorê cîbicîkirina rêkeftin û peymanên girêdayî Qibrisê, dê berdewam bibe li ser gavên pêwîst ji bo dabînkirina ewlehiya tirkên Qibrisê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî tekez kir, ku Enqere li hember biryara Waşîngtonê ya ji bo rakirina qedexeya hinartina çekan ji Qibrisa romî re bêdeng namîne.

Mevlut Çavuşoglu da zanîn ku di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê de ev mijar hatiye gotûbêjkirin û Enqere neçar e ku mafên tirkên Qibrisê biparêze.

Serepeyv