Cotmeh 03, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Dibe ku hilbijartina serokomartiyê li Tirkiyê beriya dema xwe were lidarxistin

Rêberê CHP'yê qala îhtimala lidarxistina hilbijartina sertokomartiyê beriya dema diyarkirî li vî welatî kir.

Kemal Kilîçdaroxlû rêberê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) roja Duşemiyê got: Dibe ku hilbijartina serokomartiyê di meha Gulana 2023an da were lidarxistin.

Kemal Kilîçdaroxlû, rêberê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê gotiye ku tekûzbûna vê mijarê girêdayî bi lihevkirina navbera CHP'yê û 5 partiyên din ên dijbera dewleta Erdoxan e.


Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) tevî redkirina îhtimala berendambûna şaredarekî endamê vê partiyê di hilbijartina serokomartiya sala bê da, got: Hemî şaredarên me serkeftî ne û divê serkeftinên xwe xurt bikin û wan berfireh bikin. Wî got: Şêwaza rêvebirina welêt diyar e û serokên 6 partiyên dijber di vî warî da hevdeng bûne.

Pirraniya rapirsînan li Tirkiyê nîşan didin ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku serdemekê zêde ji sedî 50ê dengên gel werdigirit, niha ev rêje daketiye bin sedî 30î.
 

Serepeyv