Li Tirkiyê erdhejeke bi lerza 4,8 rîşteran ev welat hejand
Cotmeh 02, 2022 19:52 Asia/Tehran
Li navçeya Mugla ya Tirkiyê erdhejek bi mezinahiya 4,8 rîşteran rojavayê vî welatî hejande.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Navenda Rêvebiriya Bûyerên Siruştî ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro yekşemê saet 13:58`an li parêzgeha Muglayê ku dikeve peravên deryaya Egeyê, erdhejek bi pileya 4.8 rîşteran rû da.
Navenda erdhejê di kûrahiya heşt kîlometran di bin erdê de hatiye ragihandin û heta niha ti nûçe derbarê ziyan û zirarên wê erdhejê nehatine ragihandin.