Cotmeh 02, 2022 11:21 Asia/Tehran
  • Wezareta Parastinê ya Tirkiyê: Efserekî Tirkiyê li Zapê ya Herêma kurdistanê hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku efserekî wan di operasyona Pence Kilîtê ya li Herêma Kurdistana Iraqê de di êrişa PKKê de hat kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê, duhî efserekî Tirkiyê li herêma Zapê di encama êrişa PKKê de birîndar bûye û piştî ku ew rakirine nexweşxanê, li nexweşxanê canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin, efserê hatiye kuştin ji bajarê Xarpêtê yê Kurdistana Tirkiyê ye û termê wî li bajarê Çewligê tê veşartin.

Artêşa Tirkiyê ji Nîsana îsal ve bi heceta şerê li dijî PKKê li  Herêma Kurdistanê ji erd û asmîn ve dest bi operasyona “Pence Kilîtê” kiriye ku di encama wê de piranî xelkê sivîl ên herêmê bûn qurbanî û gelek zirarên canî û maddî li wan ketine..

Serepeyv