Hinartina çekan ji Swêdê bo Tirkiyê ji nû ve dest pê kir
Swêd piştî sê salan dîsa dest bi hinartina çekan bo Tirkiyê dike.
Rêxistina Kontrolkirina Berhemên Stratejîk a Swêdê ku ji bo kontrolkirina hinartina çekên leşkerî li vî welatî berpirsyar e, beriya niha firotina çekan ji bo Tirkiyê qedexe kiribû.
Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan ya IRNA`yê, Rêxistina Çavdêriya Berhemên Stratejîk a Swêd ragihand ji ber ku ev welat li ser riya endambûna NATO`yê ye, ambargoya 3 salan a derfirotina çekan bo Tirkiyê betal kiriye.
Rêxistina Kontrolkirina Berhemên Stratejîk a Swêdê li gorî şert û mercên nû yên polîtîkaya parastin û ewlehiyê destûrnameyek ji pîşesaziya parastinê ya Swêdê re derbarê firotina çek û sîlahên zîdetir ji Tirkiyê re şand, ev destûrname alavên elektronîkî yên leşkerî, nermalava û alîkariya teknîkî jî digire ber xwe.
Fînlanda û Swêdê beriya niha di nava şerê li Ukraynayê de daxwaza tevlêbûna hevalbendiya NATOyê kiribûn.
Tirkiye ku zêdeyî 70 sal e endamê NATOyê ye, li dijî pêşniyarên endamtiya van her du welatan derket û her du welat bi piştevaniya komên terorîst û qedexekirina hinartina çekan ji bo Enqerê ji aliyê Swêdê ve tawanbar kir.
Di dawiya meha Hezîranê de Tirkiye, Swêd û Fînlandayê li kêleka lûtkeya NATOyê ji bo çareserkirina nîgeraniyên Tirkiyê yên li ser komên terorîst, rîketinnameyek wajo kirin da ku rê li ber endamtiya Fînlandiya û Swêd a NATOyê vekin.Tirkiye jî dev ji dijberiya xwe ya li hember ketina van her du welatên Ewropayê ya NATOyê berda.