Helwesta HDP derbara berbijarîya Kiliçdaroglu da
Midhet Sencer Hevserokê HDP derbara dîbêyt û gengeşeyên berbijarîya serokomartîyê da got ku heke pêwîst be yê bi desteyekê digel CHP, DEVA, Pêşerojê û Seadetê li dor masa hevalbendîya şeşalî bicive.
Lê şêwazek ji bo hilbijartinê wek pêşnîyar hilêxist ku serratir ji wê bû. Bi vî awayî ku heke lihev bikin, bi muzakireya azad û gotûbêja rasterast, yê piştgirîyê bidin berbijarê Hevalbendîya Millet. Lê li gorî vê ihtimalê ku bersiva vê bangewazîyê neyê dayînê, HDP xwe hazir dike ku bi berbijarên xwe di hilbijartinê da pişikdar bibe.
Hevserokî HDP derbara berbijarîya Kiliçdaroglu da jî got: Axavtin û nîqaşa derheq vê yekê ku yê kî bibe berbijar ne di destûrkara me da ye. Me hertim ev yeka gotîye. Em rêzê li birêz Kiliçdaroglu digirin, hewlên wî girîng dizanin. Lê pirsa ``yê kî bibe berbijarê hilbijartinê? Têkilî bi hevalbendîya şeşalî ra heye. Çaverêtîya sereke ya me eva ye ku heke di muzakireyan da hevdengî li ser dêmokirasî, dadperwerî, azadî û aştîyê da hebe, kesek were berbijarkirin ku bikare wan pêk bîne.