Serokê MAKê: Tifaqên Cumhur û Milletê bo serkeftinê hewcedarê HDPê ne
Serokê Navenda Lêkolînan a MAKê dibêje ku Tifaqên Cumhur û Milletê bo serkeftinê hewcedarê dengên HDPê ne.
Serokê Navenda Lêkolînan MAKê Mehmet Ali Kulat dibêje ku dema ew encamên îsal dinirxînin dibînin li gor dengên ku hene pêwîstiya her du tifaqên Cumhur û Millet bi dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hene ku bikaribin di hilbijartinê de ser kevin. Ji ber rêjeya dengên HDPê niha gihiştiye %12 heta %13.
Kulat got: "Me di sala 2022ê de 8 lêkolîn kirine, di heftan de rêjeya dengên AKPê daketiye jêr %30, heta carna dadikeve jêr %26,5. Niha tevî hemû hewldanan dengê wê gihiştine %31." Li gor MAKê tevî ku MHP hevpeymanê desthilatê ye jî di dengên wê de guhertinek biçûk heye û rêjeya dengên wê ji sedî 6,5 û sedî 7 e.
Serokê Navenda Lêkolînan MAKê herwiha da zanîn: "Rêjeya dengên CHPê di navbera %25-26an de diçe û tê.
Eger em bibêjin rêjeya dengên Tifaqa Cumhur bigihe %40-42. Tifaqa Millet jî bigihe %45-47 jî. Dîsan nabe dengê pêwîst, ji ber di gera yekem de bo bendê derbas bikin pêdivî bi sedî 50+1 dengan heye. Di rewşeke wiha de pêwîstiya her du tifaqan jî bi dengên HDPê heye.