Îlon 29, 2022 10:07 Asia/Tehran
  • Sîya gefa dewleta Tirkîyê ser serê kurdên niştecihê Ewrûpayê

Belavoka Koda`yê di raporeke berfire da amajeyî berfirebûna rêxistin û şebekeyên ku dewleta Receb Teyyîb Erdogan li welatên ewrûpî pişta wan digire kirîye ku armanca wan gefxwarin, tirsandin û şîdet dijî nerazîyên ji Tirkîyê dûrketî li Ewrûpayê ye.

 

Ehmed Donmez rojnamevanê tirkîyeyî niştecihê Swêdê ji wan gorîyên şîdeta komên ser bi Tirkîyê li Ewrûpayê ye. Ew dibêje ku ketîye ber êrişa çend kesên nenas. Polîsan nekarî wan nas bikin lê xwe dilnîya ye ku fermana êrişê ji Enqerê bûye.

Nîyyet Şenkan Rêvebirê Pillebilind li Enstîtoya Mala Azadîyê di hevpeyvîna digel vê belavokê da gotîye ku Tirkîye ji wan welatan e ku ji tepeserkirina neyaran derveyî sînorên xwe peyrevîyê dike.

Hênrî Barkî mamosteyê Zanîngeha Lîha`yê jî ser vê bawerê ye ku Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê ku ji zêde ji 10 salan berî nika va li Tirkîyê hikimdar e, hemî emraz ji wan tepeserkirina nerazîyên derveyî sînorên Tirkîyê ji bo domandina desthilatdarîya xwe bi kar anîne.

Barkî pêgirî kir ku Erdogan bi hilbijartineke djwar ra rûbirû ye û heke ew ser nekeve, diqewime wî digel malbatê bavêjin zîndanê. Lewma Erdogan hemî emrazan ji bo serketina di hilbijartina 2023yê da bi kar tîne.