Êrîşên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê li ser Iraq û Sûriyê berdewam in
Îlon 28, 2022 14:50 Asia/Tehran
Tevî dijberiya hikûmet û gelên Iraq û Sûriyê, artêşa Tirkiyê careke din êrişî navçeyên van her du welatan kir.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya rojnama tirkî ya Yenî Şafakê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di encama operasyona leşkerî ya duhî li devera operasyonê ya Artêşa Tirkiyê ya li bakurê Iraqê de ku weke herêma operasyonê ya Pance Kilîdê tê naskirin, 6 endamên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) hatin kuştin.
Li gorî îdiaya Tirkiyê, di operasyona artêşa vî welatî li bakurê Sûriyê de 13 endamên PKKê hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Netewî ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser berdewamiya operasyonên li navçeyên bakurê Iraqê û Sûriyê kir.