Îlon 26, 2022 09:43 Asia/Tehran
  •  Bi dehan hezar koçber ji Tirkiyê hatine dersînorkirin

Tirkiyê ji destpêka sala 2022an va zêdetir ji 84 hezar penaxwaz dersînor kirine.

Wezareta karên hundr a Tirkiyê roja Yekşemiyê ragihand, ji destpêka sala 2022an va 84 hezar û 993 kes ji koçberên neqanûnî ku pirraniya wan efxanî ne, ji vî welatî derxistine.

Hejmara herî zêde ya penaxwazan li Tirkyê, efxanî ne. Ji tevahiya koçberên dersînorkirî ji vî welatî, hezarek û 534 kes welatiyên Efxanistanê bûne.

Wezareta karên hundr a Tirkiyê her wiha ragihand: Ji destpêka salê va rê li ber hatina 119 hezar û 886 koçberan hatiye girtin.

Tirkiye ji ber reftara nebaş digel penaxwazan bi taybet penaxwazên efxanî, bi caran ketiye ber rexneya rêxistinên mirovdostane.
 

Serepeyv