Îlon 25, 2022 10:55 Asia/Tehran
  • Dibe ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê were wêdadayîn

Li gorî hin nûçeyan dibe ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bi behaneya guherînên li kabîneya dewletê di bereberê hilbijartina serokomartiyê da were wêdadayîn.

Piştî aşkirakirinên bi gengeşe yên Sedat Peker ji serkirdeyên Mafiyayê li Tirkiyê û tawanbarkirina hin berpirsên vî welatî ji wan zavayê Receb Teyib Erdoxan, birayê zavayê wî û wezîrê karên hundir, aliyên medyayî û siyasî yên vî welatî qala biryara Erdoxan ji bo guhertina wezîrê karên hundir dikin. Sedat Peker wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bi belavkirina çekan li nav kesên nêzikî dewletê piştî darbeya serneketî ya sala 2016an kiriye.

Peker her wiha bi çend wêne û belgeyan, îdiaya têkiliya Soylû digel mafyayên mezin ên Tirkiyê kir.

Soylû ji kesên nêzikî serokomarê Tirkiyê ye, lê ji ber hilbijartina serokomartiyê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) biryar daye ku hin kesayetiyên siyasî bi taybet kesên ku hin guman li ser navê wan hene, biguherîne.

Salek heta dema hilbijartina serokomartiyê ya Tirkiyê di Hezîrana 2023an da maye û ev welata tûşî hin pirsgirêkan ji wan rêjeya sedî 80î ya enflasiyonê bûye.

 

Serepeyv