Îlon 23, 2022 15:54 Asia/Tehran
  • Tirkiyê 227 koçberên din ên bêdestûr yên Efxan ji Erziromê dersînor kirin

Li Erziromê 227 koçberên bêdestûr yên Efxan yên dereqanûnî hatine Tirkiyeyê hatin dersînorkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, li tevahiya Tirkiyê miemeleyên dersînorkirina koçberên bêdestûr yên di wextên cuda da hatine girtin û bi awayekî berwext li Navendên dersînorkirinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr dimînin dişînin welatê wan dewam dikin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Erziromê 227 koçberên bêdestûr ên li Navenda dersînorkirinê ya Aşkaleyê ya girêdayî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajarê Erziromê diman piştî kontrola wan a tenduristiyê bi otobêsan anîn Balafirgeha Erziromê.

Piştî miemeleyên wan ên pasaportê hatin temamkirin rayedaran ew bi sefera charterê şandin Kabula paytextê Efxanistanê.

Li Navenda dersînorkirinê ya Aşkaleyê kar û barên 102 koçberên bêdestûr yên ji Pakistanê û 30 koçberên bêdestûr yên ji welatên din temam bû û ew şandin Stenbolê. Di nav rojê da ew ê jî ji bo welatên wan bên şandin.

Li gor agahiyên ji rayedarên Serokatiya Îdareya Koçê, ji serê salê vir va ji Navenda dersînorkirinê ya Aşkaleyê 4 hezar û 461 Efxan, 1684 Pakistanî û 461 kesên ji nijadên din bi tevahî 6 hezar û 606 koçberên bêdestûr şandin welatên wan.

Serepeyv