Îlon 21, 2022 08:33 Asia/Tehran
  • Li Tirkîyê tenê rojnameyeke kurdî hebû, polîsan pêşîya wê jî girtin

Polîsên Tirkîyê rê ber şandina Rojnama Xwebûn`ê bo şarê Mersînê girtin.

Polîsên Tirkîyê li rawestgeha otobosan a Dîyarbekrê pêşîya şandina Rojnama Xwebûn`ê bo Mersînê girtin.

Polîsên Tirkîyê li istasîyona otobosan a Dîyarbekrê pakêtên Rojnama Xwebûn`ê ku ber bi Mersînê va dihatin şandin, zevt kirin.

Şandina Xwebûn`êbo şarên din tam karekî qanûnî ye û polîsên Tirkîyê ti belgeyeke qanûnî ji bo pêşîlêgirtin û zevtkirina vê rojnameyê tinebûne.

Şayanî gotinê ye ku Xwebûn`ê tenha rojnama tam kurdî li Tikrîyê ye ku tê çapkirinê û navenda wê jî li Dîyarbekrê ye. Belavokên din ên weke Rojnama Yeni Yaşam`ê û Dîroka Kursan jî hene lê tevî ku bala xwe didin ser mijarên têkildarî kurdan, hemî ne bi zimanê kurdî ne.