Îlon 19, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Belengazî û devberdana ji perwerdehiyê li Tirkiyê

Bi miliyonan xwendekarên ku di heyama pandemiya Koronayê da ji sîstema perwerdehiyê dûr man, ji ber hegerên aborî nekarîn vegerin ser polên xwe.

Li gorî rapora Rojnameya Karar'ê ya Tirkiyê, Tê gotin, nêzikî çar miliyon xort li Tirkiyê ji perwerdehiyê bêpar mane. Karzanên perwerdehiyê li Tirkiyê bawer in ku dewlet divê zarokan vegerîne dibistanê.

Li gorî amara Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyê, miliyonek û 201 hezar zarok di rêza temenî ya ji 5 heta 17 salî da, li dibistanê nehatine tomarkirin.

Gotina "Çi feydeya perwerdehiyê heye, eger ez bixwînim, dê çi bibe?" li nav xortên Tirkiyê berfirehtir bûye û ew dibêjin: Gelek ji mezûnên (derçûyiyên) zanîngehê bêkar in û ti feydeyeke xwendinê tuneye. 

Serepeyv