Îlon 18, 2022 13:05 Asia/Tehran
  • Êrîşên hewayî yên Tirkiyê li bakurê Iraqê

Çavkaniyên nûçeyan şeva Şemiyê ragihandin ku firokeyên Tirkiyê deverên bakurê Iraqê kirine armanc.

Li gorî rapora IRNA`yê, kanala Telegramê ya Sabirîn News`ê ragihand ku êrişên giran ên hewayî yên Tirkiyê ser devera Sîdekan li parêzgeha Hewlêrê pêk hatine.

Derbarê zirar û ziyanên van êrîşan de hîn ti agahî nehatine bidestxistin.

Sêşema borî jî helîkopterên artêşa Tirkiyê deverên parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê kirin armanc.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Iraqê bi hinceta şerê li dijî PKK Tevî hişyariyên çend caran yên rayedarên Iraqê hîn ev rewş didome.

Ji 18ê Nîsanê ve, Tirkiyê bi hinceta şopandin û tepeserkirina endamên PKKê dest bi gera nû ya êrîşan li ser bakurê Iraqê kiriye.

Piraniya van êrîşan li ser herêmên "Matîna", "Zab" û "Avaşîn-Basiyan" li herêma Kurdistana Iraqê pêk hatine; Lê Tirkiye li ser herêmên din ên weke Şengalê li parêzgeha Nînowa jî êrîş pêk anîne.

Di encama êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê de hejmarek welatiyên sivîl ên Iraqê hatin kuştin ku di nav wan de zarok jî hebûn.

Serepeyv